Li navçeya Erzinganê Kemahê 23 hezar û 552 lire cezayê pere dan kesekî ku hat tesbîtkirin bi qaçaxî derketiye nêçîrê û li bizinkoviyekê daye.
Ekîbên parastin û kontrolê yên nêçîrê yên Midûriyeta Şaxa Parastina Xwezayê û Parkên Neteweyî ya Erzinganê, li navçeya Kemahê li tanga Gullubagê ya Nêçîrgeha Dewletê ya Akçayê di kontroleke asayî da şexsên ku jê ketin gumanê rawestandin û li ser wan geriyan.
Di lêgerînê da goştê bizinkoviyeke ku tê texmînkirin yek salî ye û bi nêçîra qaçax hatiye girtin û serjêkirin, hat bidestxistin.
Ekîban 23 hezar û 552 lire cezayê pere dan C.Syê ku derket nêçîra bizinkoviya di bin parastinê da.
Di daxuyaniya Midûriyeta Şaxa Parastina Xwezayê û Parkên Neteweyî ya Erzinganê da hat ragihandin, ji bo ku şertên nêçîra domdar ji holê ranebin, fealiyetên parastin û kontrolê yên nêçîrê dê bênavber berdewam bin.
AA