Di salewexta 10an ya wefata Necmettîn Erbakanê Serokwezîrê berê da ew ê sibê êvarê li Mizgefta Mezin a Ayasofyayê bername were lidarxistin.
Dogan Bekînê Sekreterê Giştî yê Weqfa Erbakan der barê bernameyê da got ku ew ê li Mizgefta Mezin a Ayasofyayê ya ku Prof. Dr. Necmettîn Erbakanê Serokê Nêrîna Neteweyî û Serokwezîrê Hikûmeta 54an ji bo vekirina wê gelekî têkoşîn da bernameyê li dar bixin û Fatîh Erbakanê Serokê Giştî yê Weqfa Erbakan jî ew ê beşdarî bernameyê bibe.
Bekîn diyar kir ku bernameya bibîranînê ew ê sibê piştî nimêja mexrebê were lidarxistin û di 27ê sibatê ya roja mirina Erbakan jî li Goristana Merkezefendî piştî nimêja nîvro bernameyekê li dar bixin.AA