Ji bo kesên ku nikarin ji malê derkevin, karmendên midûriyeta nûfusê diçin malan û karûbarên fermî li malên wan temam dikin. Bi saya vê him li saziyê qerebalix çênabe him jî welatî zehmetiyê nakşînın.
Ji bo ku ji dayika xwe ya 87 salî re nasnameyeke nû derxîne serlêdan kir.
Li ser vê li Agiriyê, karmendên Mûdiriyeta Nûfusê hatin ber lingên wan û xizmetên fermî li malê kirin.
Li seranserê Tirkiyê Midûriyetên Nûfusê ji 2017an û vir ve li ser daxwaza kesên nexweş, li malê xizmetê dide welatiyan.
Di vê pêvajoya koronayê de jî gelekî fêdeya wê bû.
Bi saya xizmeta nûfusê ya li malê him karûbarên fermî bi rehetî tên kirin him jî li Midûriyetên Nûfusê qerebalix çênabe.