Ji bo nimêja sibê ya li Mizgefta Mezin a Ayasofyayê eleqeya mezin

Li Mizgefta Mezin a Ayasofyayê ya ku piştî 86 salan ji îbadetê ra hat vekirin cara pêncemîn nimêja sibê hat kirin û dîsa gelekî welatî ji bo nimêjê hatin mizgeftê.

Ji bo nimêja sibê ya li Mizgefta Mezin a Ayasofyayê eleqeya mezin

Welatiyan guh dan rêbazên mesafeya civakî û piştî ku bang hat dayîn bi hev ra sef girtin.

Kesên ku di hûndirê Mizgefta Mezin a Ayasofyayê ku welatî gelekî eleqe nîşan didin ji bo nimêjkirinê cî nedîtin li derva li ser hesîrên raxistî nimêj kirin.

Piştî ku kontrola welatiyan hat kirin ew hildan Meydana Siltanehmedê û nav Mizgefta Mezin a Ayasofyayê ku wir gelekî tevdîrên ewlehiyê hatine hildan.

Berî û piştî nimêjê li mizgeftê dia hatin kirin tekbîr û selewat kişandin, ziyaretên turîst û welatiyan bi şev û piştî nimêja sibê jî dewam kir.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE