Ji bo nimêja sibehê hatin cem hev

Bav û zarokên wan li Mizgefta Mezin a Çamlicayê nimêj kirin.

Ji bo nimêja sibehê hatin cem hev

Li çar aliyên welêt çalakiya bi navê “Li 81 Bajaran Bav û Zarokên xwe ji bo Nimêja Şeveqê tên cem hev” hat lidarxistin. Li Stenbolê jî navnîşana çalakiyê Mizgefta Mezin a Çamlıcayê bû.

Di çalakiya Komeleya Cîhannûma û Serokatiya Karên Diyanetê de bav û zarokên xwe ji bo nimêja sibehê hatin mizgeftê.

Serokê Karên Diyanetê Alî Erbaş di nimêja li Mizgefta Mezin a Çamlicayê de meletî kir.

Serokê Karên Diyanetê Ali Erbaş got Em niha dibin şahidên dîmeneke wisa ku tam li gorî rizaya Xwedê ye. Em evd in. Ji ber vê yekê jî peywira me ya herî girîng ji Xwedê re kirina nimêjê ye. Ma ji xwe Xwedê ji bo vê yekê em nexuliqandine?

Dîsa Erbaş got,”Divê em zarokên xwe bi îffet û exlaq mezin bikin. Edeb, exlaq, hirmeta ji bo mezinan û rastî, nirxên me yên herî girîng in.”

Dîroka nûkirinê: 11 îlon 2019, 17:55
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE