Ji bo Ömerliyê tesîsa sporê

Hîmê kompleksa sporê û tesîsa civakî ya mezin hat danîn

Ji bo Ömerliyê tesîsa sporê

Li Ömerliya Mardinê, hîmê kompleksa sporê û tesîsa civakî ya mezin hat danîn. Ev tesîs wê bi 12 milyon lîreyî were çêkirin û tê de gelek qadên sporê wê hebin.

Şaredariya Ömerliya Mardinê dest bi çêkirina kompleksa sporê û tesîsa civakî kir.

Ev kompleks wê li ser eraziyê 20 donimî were çêkirin.

Li vê tesîsê Hewza olîmpîk, qadên basketbol, voleybol, hentbol û tenîsê wê hebin.

Ji bo ji biçûk heta mezinan her kes ji vê tesîsê sûd bigre, proje hatiye çêkirin.

Ji bo zarokan jî qadên lîstikê wê werin avakirin û tê plankirin ku heta salekê ev kompleks were temamkirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE