Ji bo qada ku Keştiya Lêkolîna Sîsmîk Oruç Reis dê lê xebatê pêk bîne, NAVTEX (agahdariya ji bo deryavanan) a nû ku dê heya 14ê mijdarê bidome hat ragihandin.
Li gorî agahdariyê, peywira keştiyê bo maweya 14ê mijdarê hat dirêjkirin.
Her wiha keştiyên bi navê Ataman û Cengizhan jî dê beşdariya keştiya lêkolîna sîsmîk Oruç Reis a xebatên wê yên sîsmîk ên li Behra Spî bikin.
Keştiya lêkolîna sîsmîk Oruç Reis, sînorên parzemînî û çavkaniyên xwezayî di serî da dikare her cure lêkolînên jeolojîk, jeofîzîk, hîdrografîk û oşînografîk pêk bîne.
AA