Ji bo Oruç Reîs li Rojhilatê Behra Spî NAVTEXeke nû

Ji bo Oruç Reîs li Rojhilatê Behra Spî NAVTEXeke nû

Li Rojhilatê Behra Spî ji bo qada ku Oruç Reîsa keştiya lêkolîna sîsmîk wê xebatê lê bike, NAVTEXeke nû (danezana navbera behrevanan) ya ku wê heta 4ê mijdarê dewam bike, hat îlankirin.

Li gor îlanê xebatên ku keştiya lêkolîna sîsmîk a Oruç Reîsê li Rojhilatê Behra Spî dike, heta 4ê mijdarê hat dirêjkirin, keştiyên bi navê Ataman û Cengizhan wê pê ra bin.

Oruç Reîsa keştiya lêkolîna sîsmîk, bergeha parzemînê û lêgrîna çavkaniyên siruştî di serî da, her cure lêkolînên jeolojîk, jeofîzîk, hîdrografîk û oşînografîk dike.

Techîzatên keştîyê tam e û li dinyayê ji keştiyên ender ê lêkolînê ye, dikare lêkolîna jeofîzîk a sîsmîk a 2 ber û 3 ber, gravîte û manyetîk bike. Heya 8 hezar mêtre kûrahiya behrê da keştî dikare operasyonên sîsmîk ên 3 ber; heya 15 hezar mêtre kûrahiyê jî dikare operasyonên sîsmîk ên du ber bike.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE