Ji bo Osman Baydemirê HDPyî bultena sor û daxwaza îadeyê

Der barê parlementerê berê yê HDPê Osman Baydemir da ji ber sûcê "endamê rêxistina terorê" lêpirsîn dest pê kiribû û di wê çarçoveyê da bultena sor a amade kirin û daxwaza îadekirina wî ji Wezareta Edaletê ra hat şandin

Ji bo Osman Baydemirê HDPyî bultena sor û daxwaza îadeyê

Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê bultena sor û daxwaza îadekirina ji bo Osman Baydemirê HDPyî yê niha li derveyê welêt e, ji Wezareta Edaletê ra şand.

Serdozgeriyê der barê Osman Baydemirê parlementerê berê yê HDPyî da ji ber sûcê "endamê rêxistina terorê ye" lêpirsîna dabû destpêkirin didome.

Di çarçoveya lêpirsînê da hat tesbîtkirin ku Baydemir di demên curbecur da wek endamê komîsyona dîplomasiyê beşdarî civînên Kongreya Civakên Demokratîk a qaşo "meclisa qanûnî" ya PKK/KCKya rêxistina terorê ya çekdarî ye bûye, di wan civînan da axiviye, bi bangewaziya PKKê ya di weşanên xwe da tevlî çalakiyên dereqanûnî bûye û beşdarî merasima cinazeyên hin terorîstên PKKyî bûye.

Dadgeha Ceza Sulhê ya 3yemîn a Diyarbekirê jî der barê Baydemirê wisa tê texmînkirin ku li derveyê welêt e da ji ber sûcê "endamê rêxistina terorê ye" bi daxwaza ji 7 sal û nîvan heta 15 salan cezayê hepsê lê bê birîn, biryara girtinê derxist.

Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê jî bultena sor û daxwaza îadekirina Baydemirê li derveyê welête, ji Wezareta Edaletê ra şand.

Di daxwaznameya ji meqamên Îngiltereyê ra hatin şandin da ji bo lêpirsîna terorê ya der barê Baydemir dest pê kiriye da bigihîje encamekê hat xwestin ku bila ew îadeyî Tirkiyeyê bê kirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE