Ji bo pansûmana dergûşa yek mehî 6 saetan li dijî berfê têkoşîn dan

Li Vanê ji bo pansûmana dergûşa yek mehî 6 saetan li dijî berfê têkoşîn dan

Ji bo pansûmana dergûşa yek mehî 6 saetan li dijî berfê têkoşîn dan

Li Çaldırana navçeya Vanê ekîbên tenduristiyê piştî xebata ekîbên şaredariyê ya 6 saetan xwe bi dergûşa yek mehî ra gihandin ku li taxa ku rêya wê ji ber berf û bagerê girtî ye, mehsûr maye.

Li Taxa Suverenê ya 15 kîlometre dûrî navçeyê, eqrebayên Rabia Kirmizi ya nexweşa hidrosefaliyê ji ber ku nikaribûn wê piştî emeliyetê bibin pansûmanê, ji ekîbên tenduristiyê alîkarî xwestin.

Ambulansa ekîba tenduristiyê ya ku çû taxê ji ber bagerê di rê da ma.

Piştî ku xeber hat dayîn, ekîbên berfê yên Şaredariya Çaldıranê xwe pê ra gihandin û di encama xebateke dûr û dirêj da ambulans ji berfê derxist.

Ekîban digel berf û bagera zêde rê vekir û peywirdarên tenduristiyê bi nexweş ra gihandin.

Eqrebayên nexweş ji ber hewl û xebata wan, sipasiya ekîbên şaredariyê û tenduristiyê kirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE