Li Îpekyoluya Wanê, çalakvan li biskîletên xwe siwar bûn, him xwarin dan heywanan him jî balê kişandin ser parastina heywanên tî û birçî.
Zivistanan, heywanên li derve him dicemidin him jî ji ber tî û biçîbûnê zeyîf dikevin.
Şaredariya Îpekyoluya Wanê jî ji bo balê bikşînê ser vê mijarê çalakiyeke cuda li der xist.
Welatiyên ku tevlî çalakiyê bûn li biskiletên xwe siwar bûn, kuçe bi kuçe geriyan û xwarin dan kûçik û pisîkên li derve.
Çalakvan ji bo heywanan bang li welatiyan dikin.
Şaredariya Îpekyoluyê bi vê çalakiyê xwest welatî xwedî li heywanên bêxweyî derkevin.