Ji bo parêzeran mafê pasaporta kesk

Erdogan destnîşan kir di Belgeya Stratejiya Reforma Darazê da 2 perspektîfên sereke, 9 armanc, 63 hedef û 256 fealiyet hene.

Ji bo parêzeran mafê pasaporta kesk

Serokê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li Navenda Kongre û Çandê ya Gel ya Beştepeyê di "Bernameya Stratejiya Reforma Darazê" da axivî û Belgeya Stratejiya Reforma Darazê eşkere kir. 

Erdogan destnîşan kir di Belgeya Stratejiya Reforma Darazê da 2 perspektîfên sereke, 9 armanc, 63 hedef û 256 fealiyet hene.

Serok Erdogan diyar kir her çiqas sozên tên dayîn bi cî neyên jî bi vê belgeya reformê girîngiya ku didin pêvajoya endamtiya Yekîtiya Ewropayê nîşan didin û wiha got: "Em wisa bawer dikin pêvajoya mizakereyên Yekîtiya Ewropayê yên digel her tiştî ji sala 2005an vir va dewam dikin him ji bona me û him jî ji bona Ewropayê gelek girîng e ku demildest temam bibe." 

Erdogan destnîşan kir bi saya belgeya reformê ya darazê him wê baweriya welatiyên Tirkiyeyê bi darazê zêde bibe û him jî wê feydeyê bide derfetên veberhênanê.

Serok Erdogan destnîşan kir di heyama pêş da armanca wan ew e ku mafê darizandina adil bi awayekî xurt were parastin û got ku ji bona li edliyeyan karên welatiyan hêsan bibe me hin hedef û xebat eşkere kirine.

Erdogan diyar kir ji bo ku tevdîra girtina hesabkirî bê bikaranîn pêngavên nû diavêjin û got ku em ê ji bona hêsankirin mewzûatê, pergala alîkariya edlî û zêdekirina mafê parastinê jî hin gav biavêjin û wiha dewam kir: "Di mewzûatê da dema herî dirêj ya girtîbûnê eşkere ye, lê ev hemû pêvajoyê dihewîne. Loma jî em ê ji bona dema lêpirsîn û jêpirsînê veguherîneke cuda cuda bikin."

Serok Erdogan diyar kir verastkirineke wisa wê were kirin ku malpereke înternetê ne bi temamî, tenê ew qismê ku biryara astengkirina wê hatiye dayîn wê were qedexekirin.

Erdogan destnîşan kir wê pêk bînin ku piştî merheleya îstinafê Daraza Bilind jî carekê li ser biryarên ji bo azadiya gotinê bisekine.

Serok Erdogan da zanîn ku dê maweya perwerdeya fakulteyên hiqûqê derxînin 5 salan û kontenjanên wan jî kêm bikin.

Erdogan diyar kir wê prosedurên disiplînê yên ji bona dozger û dadgeran nû bikin û dijî biryarên lijneya disiplînê jî derfetên darazê berfireh dikin û wiha got: "Di bin banê Lijneya Dozger û Dadgeran da em navenda şopandin, performans û nirxandinê ava dikin. Lêpirsîn û dozên zehf dewam dikin bi wesîleya pergala ku li vê navendê tê avakirin wê bên şopandin."

Serok Erdogan destnîşan kir rayeya qanûnî ya parêzeran ya ji bo peydakirina agahî û belgeyan berfireh dikin û got ku "em dixwazin gorî hin krîteran mafê pasaporta kesk bidin parêzeran û kar û barên wan yên navneteweyî hêsan bikin.

Erdogan destnîşan kir ji bo ku di mijarên wekî hawirdor, îmar û vejenê da doz bileztir û çalaktir bên birêvebirin mehkemeyên taybet ava dikin.

Serok Erdogan diyar kir wê bi verastkirina reformê serê pîşeyê da dadgeran wekî dadgerên cezayê û yên hiqûqê veqetînin û pêk bînin ku di warê xwe da bibin pispor."

Erdogan da zanîn ku wê îmkan bê dayîn ku zarok, kal û pîr û kesên ducanî yên ji ber sûcên tundiyê girtî nînin bikaribin bi saya navenda şopandina elektronîk cezayê xwe derbas bikin.

Serok Erdogan destnîşan kir li her dadgehên hiqûqa esliyeyê gorî darazê wê notêrî bên avakirin û wê ev mecbûrî be.AA

Dîroka nûkirinê: 30 Gulan 2019, 17:49
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE