Ji bo pergala nû ya çandinê teşwîq hat dayîn

Ji bo ku bereketa rezan zêde bibe divê mêwên tirî bi stûnan ji erdê werin bilindkirin.

Ji bo pergala nû ya çandinê teşwîq hat dayîn

Ji bo ku lı Şîrvana Sêrtê bereket û berê rezan zêde bibe, personelên Îdareya GAP'ê “Pergala Rezan a bi Têlên Bilind” dan nasîn. Her wiha ji bo ku cotkar berê xwe bidin pergala nû, walîtiya bajêr 2 hezar û 500 stûn hîbe kirin.

Şîrvana Sêrtê, bi axa xwe ya bereket li herêmê yek ji navênden tirî ye.

Lê rayedar dibêjin bi saya pergaleke nû cotkar dikarin berekata li rezan zêdetir bikin.

Ji bo vê yekê pêşniyaz dikin ku cotkar, çiqlên darên tirî li dora stûnên dirêj bipêçin û wan ji erdê bilind bikin.

Ji vê re jî “Pergala Rezan a bi Têlên Bilind” tê gotin.

Saziyên Sêrtê ji bo ku cotkar berê xwe bidin vê pergala nû li 2 hezar û 500 cotkarî stûn belav kirin.

Herwiha ji bo ku bibin mînak, li 18 gund û taxên Şîrvanê wek mînak baxçeyên tirî wê bên avakirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE