Ji bo peyzajên bajêr sera hat avakirin

Şaredariya Ercişê ji bo park û baxçeyên bajêr serayeke kulîlkan ava kir.

Ji bo peyzajên bajêr sera hat avakirin

Şaredariya Ercişê ji bo park, baxçe û peyzaja bajêr serayeke kulîlkan ava kir. Bi projeyê, wê di meha gulanê de li hemû park û baxçeyên bajêr kulîlk bên danîn.

Ev sera ji bo park, baxçe û kolanên Erdişê xweşik bibin hat avakirin.

Di çarçoveya projeyê de wê îsal 50 hezar kûlilk li kuçe û kolanên Ercişê bên danîn.

Şaredarî, vê projeyê bi derfet û îmkanên xwe çêdike.

Qeymeqam û Cîgirşaredarê Ercişê Nuri Mehmetbeyoğlu: Ji bo îsal planên me hene, em hêvî dikin ku îsa li park, baxçe, li kolan û nav refûjan 50 hezar kulîlkan deynin. Em dixwazin ku ji serî heya binî bajarê xwe bi kulîlk û daran ve bixemilînin. Em dibêjin ku xizmeta ji bo gel, ji bo Xwedê ye.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE