Ji ber şewba koronayê bang li gel tê kirin da ku li malên xwe bimînin. Li Suruça Şanliurfayê zaroka 5 salî fadîle karasuyê jî li ser medyaya civakî pişt da vê bangê. Li ser vê yekê qaymeqamê navçeyê bisiklêt diyariyê keçikê kir.
Fadile Karasuya 5 salî nexweşa "kîstîk fîbrosîzê" ye, li Suruça Şanliurfayê dijî.
Fadileyê jî pişt da banga "li malên xwe bimînin", li ser medyaya civakî bang li gel kir.
Demek berê jî Qaymeqamî û Şaredariya navçeyê ragihandibû ku kî bi vîdeoyeke herî watedar pşt bide kampanyayê wê xelat bidin wan.
Banga Fadile Karasuyê hat ecibandin û qaymeqamiyê bisiklêtek û pêlîstok diyarî keçikê kirin.
Ji ber şewba koronayê her tim bang li gel tê kirin da ku zêde hewce nebe ji malên xwe dernekevin.