Ji bo piştgiriyê heywanan qeyd dikin

Welatî dikarin heya 31ê Adara 2019an heywanên xwe qeyd bikin...

Ji bo piştgiriyê heywanan qeyd dikin

Wezareta Çandinî û Heywandariyê ji bo her heywanekî piştgiriyê dide heywandaran. Ji bo ku xwediyên pez û dewar karibin vê piştgiriyê bigrin, lazim e hemû heywanên xwe qeyd bikin. Li gorî vê rêziknameya nû, heywandar dikarin heta 31ê adarê qeydên heywanên xwe çêkin.

Li herêmê piraniya welatiyan bi heywandariyê mijûl dibin û debara mala xwe pê dikin. Ji bo heywandaran qeydkirina heywanan pir girîng e. Lewre dewlet, ji bo her heywanê qeydkirî, piştgiriyê dide xwediyan.

Wezareta Çandinî û Heywandariyê ji bo welatiyên ku qeydên heywanan nekirine rêziknameyeke nû weşand.

Serokê Yekîtiya Heywandarên Batmanê Nimetullah Durmaz derbarê rêziknameyê de got, bila welatiyên me qeydên heywanên xwe çêkin.

Welatî jî dibêjin xwediyên heywanan beriya vê pir tengasî kişandin. Ji bo vê em sipasîya wezaretê dikin.

Dîroka nûkirinê: 09 Mijdar 2018, 17:24
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE