Ji bo projeyan heta ji sedî 70yê hîbe tê dayîn

Ji bo projeyan heta ji sedî 70yê hîbe tê dayîn..

Ji bo projeyan heta ji sedî 70yê hîbe tê dayîn

Saziya Piştgiriya pêşveçûnê ya çandinî û çolterê li herêmê xebatên xwe yên piştgiriyê didomîne. Sazî ji bo projeyên ku tên qebûlkirin, heta ji sedî 70yê hîbeyê dide. Li mûşê serlêdanên nû dê di 8ê nîsanê de dest pê bikin. Di vê çarçoveyê de jî dê nêzî milyarek û 500 hezar lîre hîbe were dayîn.

Li herêmê piştgiriya ji bo çandiniyê dewam dike.

Saziya Piştgiriya Pêşveçûnê ya Çandinî û Çolterê li Herêma Rojhilatê Anadolê cotkaran bi tenê nahêle.

Saziyê heta niha gelek piştgirî da muteşebîsên nû û bi van piştgiriyan gelek welatî bûn xwediyê karê xwe.

Saziyê ji bo piştgiriyê dîsa xebateke nû da destpêkirin.

Hat diyarkirin ku dê nêzî milyarek û 500 hezar lîre hîbe bê dayîn projeyên muteşebîsan.

Saziya Piştgiriyê wê ji sedî 40 heta ji sedî 70yê hîbe bide projeyên ku wê werin qebûlkirin.

Hat ragihandin ku serlêdanên nû dê di 8ê Nîsanê de dest pê bikin.

Dîroka nûkirinê: 19 Adar 2019, 17:55
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE