Ji bo pîrozbahiya cejnê hin pêşniyaz

Ji ber şewba koronayê îsal serdanên cejnê nîn in.

Ji bo pîrozbahiya cejnê hin pêşniyaz

Ji ber ku şewba koronayê bi hêsanî berbelav dibe, li welêt li hemberî vîrûsê tevdîr tên girtin. Ji wan tevdîran yek jî di cejnê de qedexeya derketina derve ye. Ji ber vê rewşê, pispor ji bo pîrozbahiya cejnê hin pêşniyazan dikin.

Di cejnan de mirov diçe serdana eqrebayan, destê mezinan tê ramûsandin.

Lê di vê cejnê de rewş cuda ye, lewra şewba vîrûsa koronayê heye û derketina derve jî qedexe ye.

Pispor dibêjin ku divê mirov ligel malbata xwe, li mala xwe cejnê pîroz bike.

Mesafeya ji hev dûrbûnê gelek girîng e.

Di vê cejnê de mirov dikare bi telefonan, dîtbarî biaxive.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE