Ji bo pêşeroja Turkiyeyê dixebitin

Xwendekaran ji bo çêkirina avahiya herî saxlem hewl da

Ji bo pêşeroja Turkiyeyê dixebitin

Xwendekarên Gaziantepê di çaroveya projeya “atolyeyên deneyyapê” de ji bo çêkirina avahiya herî saxlem ku di erdehejê de zirarê nebîne li Şahînbeya Gaziantepê hatin ba hev. Xwendekarên ku bi projeyên xwe beşdarî pêşbaziyê bûn, li navenda kongreyê ya şahînbeyê li ber xwe dan.

Xwendekarên Gaziantepî ji bo pêşveçûna Turkiyeyê projeyan amade dikin.

Xwendekar di çarçoveya xebatên “Atolyeyên Deneyyapê” de li Navenda Kongreyê ya Şahînbeyê ji bo pêşbaziyekê hatin ba hev.

Di pêşbaziyê de ji bo çêkirina avahiya herî saxlem ku di erdhejê de wê zêde zirarê nebîne li ber xe dan.

“ Îro em ji bo azmûnê li vir civiyan. Ji bo avahî di erdhejê de zirarê nebînin em ê projeyan çêkin. Înşela bi saya van projeyan kes wê di erdehejê de nemire.”

Proje di bin kontrola pisporan de piştî ceribandinên teknîkî li gorî sexlemiya xwe pûan digrin.

Xwendekaran ji bo xebat û derfeteke wisa spasî şaredariyê kir.

“Ev ji bo me derfeteke mezin bû. Ji bo wê ez li ser navê hemû xwendekaran spasî şaredar Mehmet Tahmazoğlu dikim.”

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE