Ji bo Rojhilatê Anadoluyê hişyariya baranê

Di daxuyaniya Midûriyeta Herêma 12 an Meteorolojiyê da hat diyarkirin ku li herêmê hewayê ewrsayî û ewravî be, ji danê nîvro şûn da jî baranê bibare.

Ji bo Rojhilatê Anadoluyê hişyariya baranê

Hat ragihandin li bendê ne ku li Herêma Rojhilatê Anadoluyê baran bibare.

Di daxuyaniya Midûriyeta Herêma 12 an Meteorolojiyê da hat diyarkirin ku li herêmê hewayê ewrsayî û ewravî be, ji danê nîvro şûn da jî baranê bibare.

Hat destnîşankirin ku germahiya hewayê ew ê wekî ya demsalê be dibe ku ba rabe.

Bi şev germahiya hewayê li Ağrı û Ardahanê 5, li Karsê 6, li Erzurumê 8, li Tuncelî û Iğdırê 12, li Erzincanê 13 pile hat pîvandin.

Tê texmînkirin ku di nav rojê da germahiya hewayê li Tunceliyê 20, li Iğdırê 28, li Erzincanê 25, li Ağrıyê 24, li Qers 22, li Erzurumê 21 û li Ardahanê jî 20 pile be.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE