Meteorolojiyê ji bo Hekarî, Bidlîs, Wan û Mûşê hişyariya barana gur da.
Li gor daxuyaniya Midûriyeta Herêma 14an a Meteorolojiyê, li herêmê hewayê ewravî be, şilî, şilope û li ciyên bilind jî berfê bibare.
Duh germahiya hewayê li Bidlîsê 3, li Hekariyê 0, li Mûşê 5, li Wanê 7 pile hat pîvandin. Tê texmînkirin ku bi roj germahiya hewayê li Wanê 10, li Bidlîsê 8, li Hekariyê 8 û li Mûşê jî 9 pile be.
Li Behra Wanê baranê bibare û ji aliyên rojhilat û bakurê rojhilatê ra bayê rabe.
Tê texmînkirin ku barana li Hekarî, Bidlîs, Mûş û Wanê wê gur be û ji ber vê rayedaran hişyarî da welatiyan ku bira ji bo lehiyê baldar bin û bê tevdîr nemînin.