Ji bo Rojhilatê Anadoluyê hişyariya barana gur

Ji bo lehî, bager û berfê hişyarî hat dayîn ku welatî tedbîra xwe hildin...

Ji bo Rojhilatê Anadoluyê hişyariya barana gur

Hat ragihandin ku li Herêma Rojhilatê Anadoluyê dê şilope û berf bibare.

Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 14emîn, tê texmînkirin ku li piraniya herêmê hewa dê perçe ewrayî û pir ewrayî be û herwiha heya danê êvarê baran, şilope û berf dê bibare.

Tê pêşbînîkirin ku li seranserê herêmê hewa wê li gorî demsalê bibe û li herêma Hekarî û derûdorê wê jî şilope û berf dê bibare.

Li herêmê ba jî wê ji milên başûr û başûrê rojava nerm û caran jî wê nîveqewî rabe.

Germa hewayê ya herî kêm li Bidlîs û Hekariyê 0, li Wanê 1 û li Mûşê 2 hat pîvan.

Li got texmînan germa hewayê ya herî zêde li Wanê 6, li Mûşê 5, li Bidlîsê 4 û li Hekariyê jî wê 2 pile be.

Tê payîn li Gola Wanê hewa wê pirewrayî derbas bibe, dem bi dem baran û berf wê bibare.

Ji bo lehî, bager û berfê hişyarî hat dayîn ku welatî tedbîra xwe hildin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE