Ji bo Rojhilatê Anadoluyê hişyariya bayê xurt

Germa hewayê li herêmê wê li gor demsalê wê di navbera 2 û 4 pileyan da be, piştî nîvro ji hêla bakur va bayekî xurt wê rabe, bahozeke demkurt wê (di saetê da di navbera 50 û 70 kîlomêtroyî da) wê çêbibe.

Ji bo Rojhilatê Anadoluyê hişyariya bayê xurt

Hat ragihandin li Herêma Rojhilatê Anadolubayekî hêza wê xurt wê rabe.

Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 12emîn a Meteorolojiyê hat dayîn, li herêmê hewa wê perçe û pir ewrayî be, heta êvarê wê demdemî baran û taviyê bibare.

Germa hewayê li herêmê wê li gor demsalê wê di navbera 2 û 4 pileyan da be, piştî nîvro ji hêla bakur va bayekî xurt wê rabe, bahozeke demkurt wê (di saetê da di navbera 50 û 70 kîlomêtroyî da) wê çêbibe.

Li herêmê germa hewayê ya herî kêm a bi şev li Qersê 4, Agiriyê 7, li Erziromê 8,  li Erdexanê 9, li Erzincanê 13 û li Îdirê 16 pile hat pîvan.

Nava rojê germa hewayê ya herî zêde li Îdirê 30, li Erzincan, Erdexan  û Agiriyê 23, li Qersê 21 û li Erziromê jî 20 pile tê payîn

Rayedaran daxuyand ji ber ku ba wê hêza xwe xurt bike û bibe bahozê çêbibe divê welatî bi tevdîr bin û guhê wan li ser be, dibe ku dar welgerin û banê xaniyan bifirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE