Ji bo Rojhilatê Anadoluyê hişyariya berfê

Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 14emîn tê texmînkirin ku li herêmê hewa wê pir ewrayî be û li derûdora Wan, Bidlîs û Hekariyê jî wê berf bibare. 

Ji bo Rojhilatê Anadoluyê hişyariya berfê

Meteorolojiyê ji bo 3 bajarên li Herêma Rojhilatê Anadoluyê hişyariya berfê da. 

Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 14emîn tê texmînkirin ku li herêmê hewa wê pir ewrayî be û li derûdora Wan, Bidlîs û Hekariyê jî wê berf bibare. 

Li herêmê wê şev hişkî, cemed û mij çêbibe, germahiya hewayê jî wê li gor demsalê normal be û guherîneke girîng çênabe. 

Germahiya hewayê ya herî kêm di bin sifirê da li Wan û Hekariyê 1, li Mûşê 4 û li Bidlîsê jî 5 pile hat pîvan.

Germahiya herî zêde ya di nava rojê da wê li Bidlîsê 0, li Hekariyê 1, li Wan û Mûşê jî wê 2 pile be.

Rayedaran hişyarî da ku ji ber barîna berfê, cemed û ciyên bilind jî dibe ku aşît bikeve û ji ber vê bila welatî baldar û bi tevdîr bin. 

Dîroka nûkirinê: 05 Çile 2019, 16:40
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE