Ji bo 4 bajarên Herêma Rojhilatê Anadoluyê hişyariya cemed û aşîtê hat dayîn.
Li gor daxuyaniya Midûriyeta Herêma 14an a Meteorolojiyê, li herêmê hewayê ewrsayî be, ber destê sibê û bişev cemedê çêbe, mij bikeve û pukê rabe.
Bi şev germahiya hewayê li Bidlîsê di binê sifirê da 10, li Mûş û Hekariyê di binê sifirê da 7, li Wanê di binê sifirê da 2 pile hat pîvandin.
Tê texmînkirin ku bi roj germahiya hewayê li Bidlîsê di binê sifirê da 1, li Mûşê sifir, li Wan û Hekariyê 2 pile be.
Li Behra Wanê hewayê ewrsayî be, bayê ji aliyên bakur û bakurê rojava ra rabe.
Dibe ku li herêmê cemed çêbe, li ciyên bilind aşît bikeve jî rayedaran hişyarî dan welatiyan ku bira baldar bibin û bêtevdîr dernekevin rê.
AA