Ji bo Rojhilatê Anadoluyê hişyariya cemed û aşîtê

Meteorolojiyê ji bo Wan, Mûş, Bidlîs û Hekariyê hişyariya cemed û aşîtê da

Ji bo Rojhilatê Anadoluyê hişyariya cemed û aşîtê

Meteorolojiyê ji bo 4 bajarên li Herêma Rojhilatê Anadoluyê hişyariya cemed û aşîtê da. 

Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 14emîn tê texmînkirin ku li herêmê hewa wê kêm ewrayî be. 

Li herêmê wê şev û serê sibê hişkî, cemed û mij çêbibe, germahiya hewayê jî wê li gor demsalê normal be û ji hêla rojhilat û başûr va car caran jî ba wê rabe. 

Germahiya hewayê ya herî zêde li Wanê 3, li Bidlîsê û Hekariyê 0, di bin sifirê da li Mûşê jî 4 pile hat pîvan.

Li Gola Wanê hewa wê pir ewrayî be û dibe car caran berf bibare.

Rayedaran hişyarî da ku ji ber barîna berfê, cemed û ciyên bilind jî dibe ku aşît bikeve û ji ber vê bila welatî baldar û bi tevdîr bin.

AA

Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE