Ji bo Rojhilatê Anadoluyê hişyariya cemed û hişkiyê

Ji bo Rojhilatê Anadoluyê hişyariya cemed û hişkiyê hat dayîn

Ji bo Rojhilatê Anadoluyê hişyariya cemed û hişkiyê

Ji bo Herêma Rojhilatê Anadoluyê hişyariya cemed û hişkiyê hat dayîn.

Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn, li herêmê hewa dê perçe ewrayî û zêde ewrayî be û herwiha serê sibehê û bi şev jî qerm dê bikeve erdê û hişkiyê çêbe.

Li herêma ku germahî dê di asta pileyên demsalê da be, ba wê ji milê bakur û rojhilatê bakur va nerm, car caran jî nîveqewî rabe. 

Bi şev pileya hewayê ya herî nizim li Îdirê sifir, li Tunceliyê 3, li Erzinganê 2, di bin sifirê da li Qers û Erdexanê 7, li Agiriyê 3 û li Erziromê 2 pile hat pîvan. 

Bi roj jî pileya herî bilind a germahiyê dê li Erzinganê 18, li Îdirê 17, li Agiriyê 15, li Erdexan û Erziromê 12 û li Qersê jî 11 pile be. 

Di daxuyaniyê da herwisa ew hişyarî jî hat dayîn ku divê welatî li hemberî îhtimala cemed û hişkiyê baldar û bi tevdir bin.

AA

Dîroka nûkirinê: 11 Mijdar 2018, 12:07
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE