Ji bo Rojhilatê Anadoluyê hişyariya cemed û hişkiyê

Ji bo Rojhilatê Anadoluyê hişyariya cemed û hişkiyê hat dayîn

Ji bo Rojhilatê Anadoluyê hişyariya cemed û hişkiyê

Ji bo Herêma Rojhilatê Anadoluyê hişyariya cemed û hişkiyê hat dayîn.

Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn, li piraniya herêmê hewa dê kêm ewrayî û sayî be û herwiha serê sibehê û bi şev jî qerm dê bikeve erdê, hişkiyê çêbe û cih cihan jî mij dê çêbe.

Li herêma ku germahî dê di asta pileyên demsalê da be, ba wê ji milê başûr va nerm, car caran jî nîveqewî rabe.

Bi şev pileya hewayê ya herî nizim li Îdirê 1, li Tunceliyê sifir, di bin sifirê da li Erdexan û Qersê 5, li Erzirom, Erzingan û Agiriyê jî 3 pile hat pîvan.

Bi roj jî pileya herî bilind a germahiyê dê li Îdirê 19, li Tuncelî û Erzincanê 16, li Qers û Agiriyê 12, li Erdexan û Erziromê jî 11 pile be.

Rayedaran hişyarî da, ku divê li hemberî qerma ku dê bi şev bikeve erdê ajokar, li hemberî qerm û hişkiya çandiniyê jî cotkar baldar û bi tevdir bin.

AA

Dîroka nûkirinê: 28 Cotmeh 2018, 11:23
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE