Ji bo Rojhilatê Anadoluyê hişyariya mij û cemedê

Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn li hemû herêmê hewa wê pir ewrayî be û baranê bibare. Li başûrê Erzingan û Erziromê û herêmên derûdorê wê piştî nîvro şûn de barana gur û piştra jî berf wê bibare.

Ji bo Rojhilatê Anadoluyê hişyariya mij û cemedê

Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê piştî nîvroyê wê barana gur û piştra jî berf bibare.

Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn li hemû herêmê hewa wê pir ewrayî be û baranê bibare. Li başûrê Erzingan û Erziromê û herêmên derûdorê wê piştî nîvro şûn de barana gur û piştra jî berf wê bibare.

Germahiya hewayê li gor demsalê be û şev û serê sibê jî dibe ku cemed û mij çêbibe. Ji hêla rojhilat û başûrê rojhilatê jî car caran wê ba rabe. 

Li herêmê germahiya hewayê ya herî kêm  li Tunceliyê 3, li Erzinganê sifir, li Erdexanê di bin sifirê da 7, li Qers û Agiriyê 5, li Erziromê 3 û li Îdirê jî pileyek hat pîvan.

Germahiya hewayê ya herî zêde jî li Tuncelî û Îdirê 11 pile, li Erzinganê 10, li Qers, Agirî û Erdexanê 6, li Erzirmê jî wê 5 pile be.

Qalindahiya berfê li Navenda Kaşûnê ya Palandokena Erziromê 33 santêm, li Konakliyê 15, li Sariqamîşa Qersê 22, Ergana li Erdexanê jî 10 santêm hat pîvan.

Rayedaran ji bo mij û cemeda ku li giştiyê herêmê serê sibê û bi şev tê texmînkirin hişyarî da welatiyan ku bila ew baldar bin.AA

Dîroka nûkirinê: 04 Kanûn 2018, 17:51
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE