Ji bo 4 bajarên Herêma Rojhilatê Anadoluyê hişyariya qeşa û şepeyê hat dayîn.
Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 14em a Meteorolojiyê hat dayîn, li tevahiya herêmê hewa wê ewrsayî be.
Serê sibê û bi şev qeşa û cemed wê çêbe, cî bi cî mij û xumam bikeve. Li herêmê germa hewayê wê zêde neguhere.
Bi şev germa hewayê ya herî kêm di binê sifrê da li Wanê 9, li Hekariyê 11, li Mûşê 10 û li Bidlîsê 13 pile hat pîvan.
Nava rojê germa hewayê li Hekariyê 5, li Wan û Bidlîsê 4, li Mûşê 2 pile tê payîn.
Li ser Gola Wanê hewa wê ewrsayî û kêmewrayî be, serê sibê û bi şev xumam wê çêbe.
Li tevahiya herêmê qeşa û li deverên bilind şepe tê payîn û ji ber vê jî hişyarî hat dayîn ku welatî baldar bin.
AA