Ji bo Wan, Bidlîs, Mûş û Hekariya li Herêma Rojhilatê Anadoluyê hişyariya şilope û berfê hat dayîn.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 14emîn, li herêmê bi giştî hewa dê pir ewrayî be û dem demî jî şilope û berf dê bibare.
Li herêmê herwiha germahî dê di asta demsalê da be û pileyên herî bilind ên germahiyê jî li Wanê 8, li Mûş û Hekariyê 7 û li Bidlîsê jî dê 5 pile be.
Herwiha tê pêşbînîkirin ku ba jî dê ji milê başûr û rojhilatê başûr nerm, car caran jî nîveqewî rabe.
Li Gola Wanê hewa dê pir ewrayî be û dem demî jî baran dê bibare. Herwiha ji milê rojava û başûrê rojava jî ba dê bi hêza 2-4an were.
Di daxuyaniyê da herwiha hat destnîşankirin ku tê texmînkirin li ciyên bilind dê berf bibare û lewma jî divê welatî li hemberî rewşên nexweş baldar bin.