Ji bo Rojhilatê welêt hişyariya aşîtê

Di daxuyaniya Midûriyeta Herêma 12an a Meteorolojiyê da hat diyarkirin ku hewayê wersayî û ewravî be, bi şev cemedê çêbe.

Ji bo Rojhilatê welêt hişyariya aşîtê

Ji bo herêmên bilind û berpal ên li Herêma Rojhilatê Anadoluyê hişyariya aşîtê hat dayîn.

Di daxuyaniya Midûriyeta Herêma 12an a Meteorolojiyê da hat diyarkirin ku hewayê wersayî û ewravî be, bi şev cemedê çêbe.

Li herêmê germahiya hewayê ew ê wekî ya demsalê be, bayê ji aliyê bakur ra rabe.

Bi şev germahiya hewayê li Agriyê di binê sifirê da 11, li Ardahanê di binê sifirê da 10, li Erzurumê di binê sifirê da 5, li Tunceliyê di binê sifirê da 2, li Qersê di binê sifirê da 3, li Erzincanê sifir û li Igdirê jî 7 pile hat pîvandin.

Tê texmînkirin ku di nav rojê da germahiya hewayê li Tunceliyê 8, li Erzincanê 6, li Agirî û Qersê 5, li Ardahanê 4, li Igdir û Erzurumê  2 pile be.

Rayedaran hişyarî dan welatiyan ku bira ji bo cemed û aşîtê baldar bin, bê tevdîr nemînin dibe ku aşît bikeve.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE