Ji bo rojhilatê welêt hişyariya aşîtê

Ji bo 4 bajaran hişyariya cemed û aşîtê hat dayîn...

Ji bo rojhilatê welêt hişyariya aşîtê

Ji bo 4 bajarên Herêma Rojhilatê Anadoluyê hişyariya cemed û aşîtê hat dayîn.

Li gor daxuyaniya Midûriyeta Herêma 14an a Meteorolojiyê, li herêmê hewayê ewravî û ewrsayî be, ber destê sibê û bi şev erdê bicemide, mijê bikeve û pukê rabe.

Tê payîn ku germahiya hewayê bi qasî 1-3 pileyan zêde bibe û ba rabe.

Bi şev germahiya hewayê li Mûşê sifir, li Wanê di binê sifirê da 3, li Bidlîsê di binê sifirê da 11 û li Hekariyê di binê sifiriê da 2 pile hat pîvandin.

Tê texmînkirin ku bi roj germahiya hewayê li Wanê 2, li Bidlîsê di binê sifirê da 5, li Mûşê di binê sifirê da 8 û li Hekariyê di binê sifirê da 6 pil be.

Li hewzeya Behra Wanê hewayê ewrsayî be û bayê ji aliyên bakur û bakurê rojavayê ra rabe.

Rayedaran gotin dibe ku erd bicemide û aşît bikeve ji ber vê dibê welatî baldar bibin û bê tevdîr dernekevin.

Dîroka nûkirinê: 18 Çile 2019, 17:40
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE