Ji bo Herêma Rojhilatê Anadoluyê hişyariya hewaya germ hat dayîn.
Li gor daxuyaniya Midûriyeta Herêma 12an a Meteorolojiyê, li herêmê hewayê ewrsayî û sayî be li bakurê rojhilatê herêmê jî hewayê ewrsayî be.
Tê texmînkirin ku li hêrêmê germahiya hewayê li gor ya demsalê ew ê bi qasî 4 û 6 pileyan zêde be.
Bi şev germahiya hewayê li Erdexanê 9, li Qersê 10, li Agirî û Erziromê 13, li Îdir û Erzincanê 18, li Tunceliyê 21 pile hat pîvandin.
Tê texmînkirin ku bi roj germahiya hewayê li Tunceliyê 40, li Erzincanê 39, li Îdirê 38, li Agiriyê 35, li Qers û Erziromê 33, li Erdexanê jî 22 pile be.
Rayedaran hişiarî dan ku li herêmê germahiya hewayê li gor ya demsalê gelekî zêde ye ji ber vê dinê kal û pîr, zarok û kesên nexweşiyên kronîk bi wan ra hene bira di navbera saet 10.00 û 16.00an da dernekvin ber tavê û merûzî tavê nemînin.
AA