Ji bo Rojhilata Anadoluyê hişyariya berfê

Li gor texmînê li herêmê germa hewayê wê 2-4 pile kêm bibe.

Ji bo Rojhilata Anadoluyê hişyariya berfê

Meteorolojiyê seba 4 bajarên Herêma Rojhilata Anadoluyê hişyariya berfê da.

Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 14em a Meteorolojiyê hat dayîn, li giştiyê herêmê hewa pirewrayî, li Mûş, Bitlîs, Hekarî û başûrê Wanê berf wê bibare.

Li gor texmînê li herêmê germa hewayê wê 2-4 pile kêm bibe.

Li herêmê germa herî kêm di binê sifrê da li Wanê pileyek, li Bitlîsê 5, li Mûşê 3, li Hekariyê 4 pile hat pîvan.

Nava rojê germa herî zêde li Wanê 4, li Bitlîsê 0, li Mûşê pileyek û li Hekariyê 3 pile tê payîn.

Li ser Gola Wanê hewa pirewrayî û berf wê bibare.

Ji ber ku li navçeyên başûrê Wanê, Hekarî, Bitlîs û derdora Mûşê berf tê payîn, welatî seba talûkeya şepeyê, qeşa û cemedê hatin hişyarkirin ku baldar bin.

Dîroka nûkirinê: 10 Çile 2019, 17:50
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE