Hat ragihadin, tê texmînkirin ku li Erzirom, Erzingan, Qers û Erdexanê dê taviya bibirqetav were.
Li gorî agahiya ku ji Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn hat wergirtin, tê texmînkirin ku li piraniya herêmê hewa dê beriya danê nîvro hindik ewrayî û sayî be û herwiha bere bere dê ewr çêbin.
Piştî danê nîvro jî tê texmînkirin ku li bakurê Erzirom û Erzinganê û dewrûbera Erdexan û Qersê dê heya êvarê taviya dem demî û taviya bibirqetav were.
Li herêmê herwisa germahî dê di asta demsalê da be, ba jî wê ji bakur nerm û hinek caran jî nîvqewî rabe.
Li herêmê germahiya bi şev li Qers û Erdexanê 12, li Erziromê 16, li Tuncelî û Agiriyê 18, li Erzinganê 19 û li Îdirê jî 22 pile hat pîvan.
Herwiha tê texmînkirin ku germahiya herî zêde ya nava rojê jî dê li Îdir û Tunceliyê 35, li Agiriyê 34, li Erzinganê 32, li Qersê 28, li Erziromê 27 û Erdexanê jî 23 pile be.
AA