Ji bo êşa piştê amûreke taybet çêkir

Him ji êşa bavê xwe re bû derman him jî xelat stand

Ji bo êşa piştê amûreke taybet çêkir

Ciwanekî Ercişî, ji bo êşa pişta bavê wî kêm bibe, jê re amûrek çêkir. xwendekarê lîseyê bi projeya xwe, di pêşbaziyê de xelat jî wergirt.

Ji bo êşa piştê, di bazarê de bi sedan amûr û korse hene.

Her yek ji hev cuda ne lê tu ji wanan êşa Mahsun Kaya derbas nekir.

Di dawiyê de kurê wî ji bo bavê xwe amûreke taybet çêkir.

Bi îcada xwe ji bavê xwe re tenê nebû derman. Pê xelat jî stand.

Mahsun Kaya bi îcada kurê xwe him serbilind bû him jî bi saya wê aletê pişta wî rihet bû.

Mihemmed Emîn dixwaze îcadên nû çêke û ji derdê nexweşan re bibe derman.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE