Hat ragihandin Serokomar Recep Tayyîp Erdogan guncav dît ku dikarin saetên mesaiyê yên xebatkarên kamuyê ji 2yê kanûna paşîn pê va wekî 10.00-16.00 bê diyarkirin.
Bi îmzeya Metîn Kiratliyê Serokê Karên Îdarî yê Serokomariyê ji hemû sazî û dezgehên kamuyê ra der barê mijarê da nivîs hat şandin.
Di nivîsê da hat diyarkirin ji bo ku li Tirkiyeyê belavbûna şewba Kovîd-19ê daxin asta herî kêm, têkoşîna bi şertê ku dijî şewbê û fealiyetên ji bo kêmkirina tesîrên wê qels nebin û xizmetên kamuyê dereng nekevin dikarin saetên mesaiyê da verastkirinê bikin û ev hatin gotin:
"Birêz Serokomarê me guncav dît ku ji 2yê kanûna pêşîn a 2020an pê va saetên destpêkirin û xilasbûna xebata rojane ya sazî û dezgehên kamuyê li navendê ji bo Serokomarî, sazî û dezgehên girêdayî û eleqedar ji hêla birêvebirê bilind, ji bo wezaretê, sazî û dezgehên kamuyê yên girêdayî û eleqedar wezîr, ji bo sazî û dezgehên din ên kamuyê birêvebirê bilind, li bajêran walî dikarin ku saetan wekî 10.00-16.00 diyar bikin. Ji bo têkoşîna dijî şewbê ji bo ku birêvebirên sazî û dezgehên kamuyê tevdîrên hewce hildin ez agahî ya hewce erz û rica dikim."AA