Ji bo Şaredariya Cizîrê wezîfedarkirin

Şûna Mehmet Zirigê Şaredarê Cizîrê yê HDPyî ku di çarçoveya lêpirsîna terorê da ji wezîfeyê hat dûrxistin, Qaymeqam Davut Sînanoglu wek "cîgirê şaredar" hat wezîfedarkirin

Ji bo Şaredariya Cizîrê wezîfedarkirin

Şûna Mehmet Zirigê Şaredarê Cizîrê yê HDPyî ku di çarçoveya lêpirsîna terorê da ji wezîfeyê hat dûrxistin, Qaymeqam Davut Sînanoglu wek "cîgirê şaredar" hat wezîfedarkirin.

Li gor daxuyaniya ku ji Walîtiyê hat dayîn, lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Cizîrê ji ber sûcên "pesindayîna sûc û sûcdar", "kirina propagandaya rêxistina terorê" der heqê Şaredarê Cizîrê Zirig da vekir, dewam dike. Di çarçoveya dosyeya lêpirsînê ya Mehkemeya Cezayê Giran a 5emîn a Meletiyê da ji ber sûcê "endambûna rêxistina terorê" li gor benda 314/2 ya Qanûna Cezayê Tirk ji 5 salan heta 10 salan cezayê hebsê ji Zirig ra tê xwestin û tê darizandin.

ji ber ku pêvajoya karên edlî dewam dikin, li gor Benda 127emîn a Qanûna Bingehîn û li gor Benda 47emîn a Qanûna Şaredariyan, bi pesendkirina Wezareta Karên Navxweyî Zirig berwext ji wezîfeya xwe hat dûrxistin.  li gor benda 45emîn û 46emîn a Qanûna Şaredariyan, Qaymeqamê Cizîrê Davut Sînanoglu wek "Cîgirê Şaredarê Cizîrê" hat wezîfedarkirin.AA

Dîroka nûkirinê: 02 Mijdar 2019, 11:09
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE