Ji bo Şaredariya Îdilê wezîfedarkirin

Şûna Songul Erdena Şaredara Îdila navçeya Şirnexê Qaymeqamê Îdilê Zafer Sag wek "cîgirê şaredar" hat wezîfedarkirin

Ji bo Şaredariya Îdilê wezîfedarkirin

Şûna Songul Erdena Şaredara Îdila navçeya Şirnexê ya HDPyî ku di çarçoveya lêpirsîna terorê da ji wezîfeyê hatibû dûrxistin, Qaymeqam Zafer Sag wek "cîgirê şaredar" hat wezîfedarkirin.

Di daxuyaniya Walîtiyê da hat bibîrxistin ku Şaredara Îdilê ya HDPyî Erden ji ber sûcên "propagandaya rêxistina terorê" û "endamtiya rêxistina terorê" li Dadgeha Cezayê Giran a 3an tê darizandin.

Di daxuyaniyê da wiha hat gotin: "Ji ber ku pêvajoya karên edlî dewam dike, li gor Benda 127emîn a Qanûna Bingehîn û li gor Benda 47emîn a Qanûna Şaredariyan, bi pesendkirina Wezareta Karên Navxweyî Şaredar Erden berwext ji wezîfeya xwe hat dûrxistin. Li gor benda 45emîn û 46emîn a Qanûna Şaredariyan, Qaymeqamê Îdilê Zafer Sag wek "Cîgirê Şaredarê Îdilê" hat wezîfedarkirin."

Dîroka nûkirinê: 13 Mijdar 2019, 15:38
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE