Ji bo Şaredariya Qiziltepeyê peywirdarkirin

Di encama lêpirsînên terorê da Şaredara Qiziltepeyê ya HDPyî Nilufer Elik Yilmaz ji peywirê hat dûrxistin, şûna wê Qaymeqam Huseyin Çam wekî "wekîlê şaredar" hat peywirdarkirin

Ji bo Şaredariya Qiziltepeyê peywirdarkirin

Di daxuyaniya Walîtiya Mêrdînê da hat diyarkirin ku di çarçoveya dosyeya Jimare 2014/111 a Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê ya 2yemîn da û ji be sûcê "endametiya rêxistina terorê ya çekdar", darizandina Şaredara Qiziltepeyê ya HDPyî Nilufer Elik Yilmazê dewam dike û ji xeynî vê jî lêpirsîna di çarçoveya dosyeyên Jimare 2019/1642 û 2019/8289 yên Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê yên ji ber sûcê "endametiya rêxistina terorê ya çekdar" dewam dike.

Di daxuyaniyê da herwiha hat destnîşankirin, ji ber miemeleyên edlî yên ku dewam dikin, Şaredara Qiziltepeyê Nilufer Elik Yilmaz di çarçoveya madeya 127emîn a Destûrê û madeya 47emîn a Qanûna Şaredariyê ya Jimare 5395 da wekî tedbîreke berwext ji peywirê hat dûrxistin.

Hat ragihandin ku şûna Yilmazê, Qaymeqamê Qiziltepeyê Huseyin Çam wekî "wekîlê şaredar" hat peywirdarkirin.

AA

Dîroka nûkirinê: 07 Mijdar 2019, 17:54
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE