Ji bo Şaredariya Sarayê wezîfedarkirin

Şûna Caziye Dumana Şaredarê Saraya navçeya Wanê ya HDPyî ku di çarçoveya lêpirsîna terorê da ji wezîfeyê hatibû dûrxistin, Qaymeqam Mehmet Halîs Aydin wek "cîgirê şaredar" hat wezîfedarkirin.

Ji bo Şaredariya Sarayê wezîfedarkirin

Şûna Caziye Dumana Şaredarê Saraya navçeya Wanê ya HDPyî ku di çarçoveya lêpirsîna terorê da ji wezîfeyê hatibû dûrxistin, Qaymeqam Mehmet Halîs Aydin wek "cîgirê şaredar" hat wezîfedarkirin.

Di daxuyaniya Walîtiyê weşand da hat bibîrxistin ku Şaredara Sarayê ya HDPyî Duman ji ber sûcên "propagandaya rêxistina terorê" û "endamtiya rêxistina terorê" li Dadgeha Cezayê Giran a 4an tê darizandin.

Hat gotin ku pêvajoya lêpirsîna ji ber sûcê ku "Endama rêxistina çekdarî" ye Serdozgeriya Komarê ya Wanê ji bo Dumanê dabû destpêkirin jî dewam dike û Duman hat binçavkirin.

Di daxuyaniyê da wiha hat gotin:

"Di çarçoveya dosyeya lêpirsînê ya Mehkemeya Cezayê Giran a 5emîn a Wanê da ji ber sûcê "endamtiya rêxistina terorê" cezayê hebsê ji Dumanê ra tê xwestin û tê darizandin. Ji ber ku pêvajoya karên edlî dewam dike, li gor Benda 127emîn a Qanûna Bingehîn û li gor Benda 47emîn a Qanûna Şaredariyan, bi pesendkirina Wezareta Karên Navxweyî Duman berwext ji wezîfeya xwe hat dûrxistin. Li gor benda 45emîn û 46emîn a Qanûna Şaredariyan, Qaymeqamê Sarayê Mehmet Halîs Aydin wek "Cîgirê Şaredarê Sarayê" hat wezîfedarkirin."

AA

Dîroka nûkirinê: 07 Mijdar 2019, 17:45
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE