Ji bo Şaredariya Sûrê wezîfedarkirin

Di şûna Feyme Fîlîz Buluttekîna Şaredara Sûrê ya HDPyî ku di çarçoveya lêpirsîna terorê da ji wezîfeyê hat dûrxistin, Qaymeqam Abdullah Çîftçî wekî "cîgirê şaredar" hat wezîfedarkirin

Ji bo Şaredariya Sûrê wezîfedarkirin

Feyme Fîlîz Buluttekîna Şaredara Sûrê ya HDPyî di çarçoveya lêpirsîna terorê da ji wezîfeyê hat dûrxistin.

Walîtiyê daxuyanî da û ragihand Feyme Fîlîz Buluttekîn di çarçoveya lêpirsîna bi jimara 2019/17902an a Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê da ji ber sûcê "endamtiya rêxistina terorê ya çekdar" derdest kiriye û di çarçoveya vê dosyayê da binçav kiriye û ew pêvajo jî dewam dike.

Ji ber ku pêvajoya karên edlî dewam dike, li gor Benda 127emîn a Destûra Bingehîn û Qanûna Şaredariyan, bi pesendkirina Wezareta Karên Navxweyî va Buluttekîn di 20ê Berfanbarê da wek tewdîr awayeki berwext ji wezîfeya xwe hat dûrxistin.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku Qaymeqamê Sûrê Abdullah Çîftçî di şûna Buluttekînê da wekî "cîgirê şaredar" hat wezîfedarkirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE