Ji bo sûcên destdirêjiyê ya li hemberî jin û zarokan giştîname

Wezareta Edaletê der barê sûcên destdirêjiyê ya li hemberî jin û zarokan tên kirin da giştîname şand serdozgeriyan

Ji bo sûcên destdirêjiyê ya li hemberî jin û zarokan giştîname

Wezareta Edaletê der barê sûcên destdirêjiyê ya li hemberî jin û zarokan tên kirin da giştîname şand serdozgeriyan.

Li gor giştînameya Wezareta Edaletê dema bê zanîn sûcê destdirêjiyê hatiye kirin, heman wê lêpirsîn bê destpêkirin û agahî bidin serdozger.

Di giştinameyê da hat gotin sûcên destdirêjiyê yên li hember jin û zarokan hesas in û di karûbarên adlî da divê hesas bê tevgerîn

Li gor giştînameya Wezareta Edaletê di sûcên destdirêjiyê yên li hemberî jin û zarokan tên kirin da heke kesek delîl û dîmenên der barê sûcê yên di dosyayê da hene bêyî usulê parve bikin an jî bibin sedem ku ew bên parvekirin, der barê van kesan da wê karûbarên fermî bên destpêkirin.

AA

Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE