Ji bo serastkirina rêveberiya Mûsilê li hev kirin

Serokwezîr, Serokê Meclisê û Serokomarê Iraqê ji bo rewşa rêveberiya Mûsilê ya ku lê qezaya ferîbotê çêbû serast bikin li hev kirin ku gavên qanûnî biavêjin...

Ji bo serastkirina rêveberiya Mûsilê li hev kirin

Serokwezîr, Serokê Meclisê û Serokomarê Iraqê ji bo rewşa rêveberiya Mûsilê ya ku lê qezaya ferîbotê çêbû serast bikin li hev kirin da ku gavên qanûnî biavêjin.

Serokomar Berhem Salih, Serokwezîr Adil Ebdilmehdî û Serokê Meclisê Mihemed Halbûsî li Qesra Selamê ya li Bexdaya paytext civiyan û piştî civînê Serokomariyê daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku Salih, Ebdilmehdî û Halbûsî ji bo rewşa giştî ya li Mûsilê û qezaya ferîbotê ya li Çemê Dicleyê civiyan.

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku hersê serokan li hev kirin ku piştî qezaya ferîbotê ya ku tê da ji 100î zêdetir kes mirin ji bo serastkirina rêveberiya herêmî, rewşa ewlehiyê, zêdekirina rewşa aboriyê û kapasîteya ewlekariyê.

Dîsa di daxuyaniyê da hat gotin ku kesên di qezayê da îhmala wan hene ew ê hesabê vê bidin, rewşê were serastkirin, ji bo ku carekê dîsa bûyereke wiha neqewime ew ê destûrê nedin. Hat ragihandin ku ew ê tazmînatê bidin malbata kesên di qezayê da mirin.

AA

Dîroka nûkirinê: 27 Adar 2019, 17:12
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE