Ji bo ezmûna ketina lîseyan îro roja dawî ye. Serlêdan dê heta 5ê êvarê dewam bike.
Ji bo ketina lîseyan di 1ê Hazîrana 2019an de ezmûn wê bê kirin.
Wezareta Perwerdeyê ji bo xwendekarên ku wê bikevin ezmûna têketina lîseyan, dîroka serlêdanê paş xistibû.
Îro ji bo qeydê roja dawî ye.
Kesên ku dixwazin têkevin ezmûnê divê heta 5ê êvarê serî lê bidin.
Xwendekar dikarin li ser malpera e-okul’ê jî qeyda xwe çêkin.