Ji bo Seroktiya Dadgeha Şêwrê di dewsa Zerrîn Gungora dema wezîfeya wê temam bû da Zekî Yîgîtê Ezayê Daîreya 8an hat bijartin.
Zerrîn Gungora Seroka Dadgeha Şêwrê di 20ê adarê da ji ber emrê xwe teqawid bû û ji bo di dewsa wê da Serokê teze were bijartin duh Lijneya Gişît ya Dadgeha Şêwrê kom bû û di dengdayîna duh da encemek nehat bidestxistin. Ji ber vê îro jî dengdayîn hat kirin.
Di hilbijartinê da Mehmet Alî Samurê Serokê Daîreya 3yan, Nîzamettîn Kalmanê Ezayê Daîreya 10î, Zekî Yîgîtê Ezayê Daîreya 8an, Fethî Aslanê Serokê Daîreya 5an, Enver Kayayê Serokê Daîreya 4an ketin pêşbaziyê.
Di encama hilbijartinê da Zekî Yîgît 65 ray sitand û bû serokê teze yê Dadgeha Şêwrê.
AA