Ji bo şîfayê diçin Germavên Diyadînê

Germavên li Diyadîna navçeya Agiriyê di qada jeotermal da çêkirine di van rojên havînê da kesên him dixwazin tetîlê bikin û him jî li şîfayê digerin diezimîne.

Ji bo şîfayê diçin Germavên Diyadînê

Diyadîna navçeya Agiriyê ku li herêma rojhilat yek ji navendên turîzma germavê ye di van rojên havînê da qelebalix e.

Navçeya ku bi qasî 55 kîlometre ji navendê dûre tevlî germavên xwe bi xweşiyên sirûştî û dîrokî yên wek Geliyê Mûradê, Bajarê Kevnar ê Meyayê û Sûlava Meyayê jî balê dikişîne ser xwe û li herêmê ji deverên girîng ên turîzmê yek e.

Germavên li navçeyê ku di qada jeotermalê da hatine çêkirin û ava wê jî ji hêla mîneralê va başe di her demsalên salê da mêvanan diezimîne û bala tûrîstên xwemalî û biyanî dikişîne.

Li herêma germavê ku di salên dawîn da bi piştevaniya Saziya Piştekkirina Geşepêdana Çolwarî û Çandiniyê (TKDK) va tesîsên lê bûn hatin zêdekirin ji bo malbatên dixwazin tevlî zarokên xwe tetîlê bikin û ji nexweşiyên xwe ra jî şîfayê bibînin ra bû navend.

Kesên dixwazin ji aliyekî va tetîleke baş bikin û ji aliyekî va jî ji nexweşiyên ketine canê xwe ra şîfayê bibînin dikevin hewzên taybet û yan jî yên giştî.

"Di mehên havînê da eleqe zêdetir dibe"

Ji esnafên herêmê Mehmet Ozden got ku li tesîsa di demek nêz çêkirin da ji bo mayînê mal hatin avakirin.

Ozden destnîşan kir ku ava li germavê ji bo nexweşiyên çerm, xitimîne reh, fitiq û bayê baş e û wiha domand: "Ji tetîla Eyda Qurbanê û vir va eleqe û qelebalixî gelek zêdeye. Ji bo mêvanên meyên ku ji derveyê bajêr bên ciyê me hene. Di mehên havînê û rojên tetîlê da eleqe û qelebalixî gelek e."

Ramazan Eraslanê ku ji Stenbolê hatiye got ku ew nêzî mehekê ye li tesîsa germavê dimîne û ji halê xwe razî ye û dema canê wî dixwaze jî dikeve hewzê.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE