Ji bo sînorê Sûriyeyê "kalekola teknolojîk"

Fermandarê Lojîstîkê yê Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan Tumgeneral Munîr Guzel teseliya înşeata "kalekola teknolojîk" a li ser sînorê Sûriyeyê kir

Ji bo sînorê Sûriyeyê "kalekola teknolojîk"

Fermandarê Lojîstîkê yê Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan Tumgeneral Munîr Guzel teseliya înşeata "kalekola teknolojîk" a li ser sînorê Sûriyeyê kir.

Li gorî daxuyaniya Walîtiyê, Tumgeneral Guzel ku seba hin lêkolînan hat Rihayê, ligel Fermandarê Cendirmeyên Parêzgehê Albay Eyub Sabri Kirişçi çûn ziyareta Walî Abdullah Erin.

Piştî ziyaretê Guzel û heyeta pê ra derbasî navçeya Akçakaleyê bûn û li vê derê çûn teseliya înşeata kalekola ku çêkirina wê dewam dike. Herwiha Guzel û yên pê ra çûn û dêhna xwe dan zeviya ku dê li ser, bînaya xizmetê ya Fermandariya Cendirmeyên Parêzgehê û bînaya Fermandariya Taxbûra Tevgera Taybet a Cendirmeyan bên çêkirin.

Tumgeneral Guzel li vê derê qederekê bi welatiyan ra sohbet kir û wiha got, "Ji bo welat, milet, ala û banga me heya terorîstê dawîn were jinavbirin, ev têkoşîna me dê dewam bike."

AA

Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE