Ji bo Sûriyeyê 2 hezar ton ar alîkarî

Arê ku di çarçoveya Xebatên Sûriyeyê yên ÎHHyê da hat berhevkirin bo Sûriyeyê hat şandin

Ji bo Sûriyeyê 2 hezar ton ar alîkarî

2 hezar ton arê ku bi banga "Bilez ar" a Weqfa Alîkariya Mirovî ya Maf û Azadiyên Însanî (ÎHH) hat berhevkirin ji bo Sûriyeyê hat şandin.

Di daxuyaniya nivîskî ya ÎHHyê da hat destnîşankirin ku piştî banga "Bilez ar" a ku 9ê nîsanê hat kirin, 80 tir ar bi piştgiriya xêrxwazan hat bîterkirin û ji bo Sûriyeyê hat şandin.

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku li Îdlib û herêmên Mertalê Feratê û Çiqlê Zeytûnê kesên ku li kampan dimînin, pêwîstiya wan bi ar heye û wiha hat gotin:

"Çend meh berê ji ber kêmasiya ar, firûnên ku ji bo Sûriyeyê nan derdixin, hatibûn ber rawestînê. Lewma jî ÎHHyê banga alîkariya ar kiribû. Ji çaraliyê welêt ji bo vê bangê bersiv hat dayîn. 80 tir arê ku ji aliyê komeleyên cuda û parêzgehên wekî Trabzon, Malatya, Gazîentab, Aydin, Mugla, Sakarya, Eskîşehir, Enqere, Kocaelî, Yalova, Adiyaman, Kahramanmaraş, Bursa, Konya, Manîsa, Qeyserî, Elezîz hat dabînkirin ji bo herêmê hat şandin."

Di daxuyaniyê da herwiha ew yek jî hat destnîşankirin, konvoya alîkariyê ku ji 25 wesayîtan pêk tê û ji bo mexdûrên şerê Sûriyeyê ji Bosna Hersekê da ser rê, dê ji ser Reyhanliya Hatayê ra derbasî Sûriyeyê bibe.AA

Dîroka nûkirinê: 08 Gulan 2019, 17:18
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE